Li Kerkûkê behsa "Kurd û tawana navdewletî" tê kirin

Li bajarê Kerkûkê bi amadebûna hejmarek şareza hiqûqnas, panelek li ser mijara "Kurd û tawana navdewletî" birêve diçe.

Kerkûk (K24) – Li bajarê Kerkûkê bi amadebûna hejmarek şareza û hiqûqnas, panelek li ser mijara "Kurd û tawana navdewletî" birêve diçe.

Îro şemiyê 16ê Tîrmeha 2022yan, li bajarê Kerkûkê panelek li jêr navnîşana "Kurd û tawana navdewletî" bo her yek ji dadwer Rizgar Mihemed Emîn, Dr. Huner Emîn, Dr. Eyad Dawidî hat lidarxistin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kurd li Kerkûkê rûbirûyî biryarên şovenîst û veguhestinê bûne, ku ev jî tawan e.

123 welat li Dadgeha Tawanê ya Navdewletî endam in, lê belê Iraq di sala 2005an de îmzeya xwe ya endambûnê vekişand û heta niha amade nîne ku cardin bibe endam.