Sendîkaya kedkaran daxwaza betalkirina maddeya 35 dikin
Şiyar Guldîken diyar kir ku têkoşîna ked û demokrasiyê ji desthilatdaran dûvdirêjtir e û dê hemû wan mafên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kedkar û karmendan hatine stendin, werbigrin.
Diyarbekir (K24) - Endam û rêveberên sendîkayên ser bi Konfedarasyona Sendîkayên Kedkaran KESKê ve vê hefteyê jî bi heman daxwaza ku her hefte dikin; daxwaza rakirina madeyê 35emîn kirin, ku biryarên bi KHKyan ji kar derxistin û dûrxistina karmendan dide.
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê SESê yê Diyarbekirê Şiyar Guldîken bal kişand ku têkoşîna ked û demokrasiyê ji desthilatdariyan dûvdirêjtir e û dê hemû wan mafên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kedkar û karmendan hatiye stendin, werbigrin û heta mafên xwe bidest bixin jî dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Şiyar Guldîken da zanîn ku bi madeya 35. pêşî li lêgerîna wan ya bi rêyên hiqûqî hatiye girtin û divê demildest bê betal kirin.
Herwiha bang û daxwaz jî ji rayedarên Tirkiyê kir ku kedkarên ku bêyî sedemeke hiqûqî bê nîşandan ji kar hatine derxistin jî, vegerin ser karên xwe.