HDP Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê hildibijêre

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro dicive û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê hildibijêre.

HDP piştî ku pêncemîn kongreya xwe asayî li dar xist, îro jî li Enqereyê bi serokatiya Hevserok Mîthat Sancar yekemîn civîna Encûmena Partiyê lidar dixe.

Sancar dê axaftina vekirinê ya civînê bike û tê çaverêkirin endamên Desteya Rêveberiya Navendî bên guhertin. Desteya nû ya tê hilbijartin jî, dê weke desteya amadekariyên ji bo hilbijartina 2023 bê diyarkirin û dest bi kar bike.

HDPê 3ê Tîrmehê li Enqereyê 5’mîn kongreya xwe ya asayî lidarxistibû. Di kongreyê de Mîthat Sancar û Perwîn Buldan dubare weke hevserok hatibûn hilbijartin.

Fly Erbil Advertisment