Li şûna Rêveberiya Şaxa Diyarbekirê ya CHPê qeyûm hat danîn

Rêveberiya Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Komarî ya Gel CHPê bi biryara dadgehê dê heta kongreya awarte ji aliyê qeyûman ve bê birêvebirin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Rêveberiya Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Komarî ya Gel CHPê bi biryara dadgehê dê heta kongreya awarte ji aliyê qeyûman ve bê birêvebirin. Rêveberiya heyî jî ragihandiye ku ewê doz li dijî biryarê vekin.

Li gorî agahiyên ku ji jêderên CHPê hatine bidestxistin, ji ber ku rêveberiya Diyarbekirê ya CHPê kongreya xwe di wextê xwe de nekiriye û dîrokekî jî ji bo kongreya awarte ya diyarkirina rêveberiya bajêr aşkere nekiriye; beşek endam û rêveberên berê yên CHPê li Diyarbekirê doz vekirine.

Di sêyemîn rûniştina dozê de jî biryar hatiye dayîn ku heta biryara kongreya awarte bê dayîn; Canan Taniş, Behçet Gezer, Muzaffer Deger, Mehmet Beşîr Îpekçî, Devrîm Budak û Suleyman Berberoglu wek qeyûmên Şaxa CHPê ya Diyarbekirê hatine destnîşankirin.

Seroka Şaxa Diyarbekirê ya CHPê Gonul Ozer jî ji peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, divê biryara kongreyê ji aliyê navenda partiyê ve bihata dayîn, lê biryareke wisa nehatibû wergirtin û doza dadgehê jî wiha encam daye.

Gonul Ozer ragihand ku parêzerê CHPê yê navendê dê li hember biryara dadgehê ku qeyûm destnîşan kiriye doz vekin û heta ku pêvajo encam bide jî ew li ser peywira xwe be.

Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyê, wek hiqûqî divê partiyên siyasî 2 salan carekê, bi lidarxistina kongreyên asayî rêveberiyên xwe jinûve hilbijêrin. Dema ku wexta kongreyan derbas bibe yan jî bixwazin zûtir kongreyê bikin jî divê biryara kongreyên awarte bidin.