VÎDEO - Li Hewlêrê dest bi ser nîv ton madeyên hişber de hat girtin
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê dest bi ser 510 kîlogram madeyên hişber de girt.
Hewlêr (K24) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê dest bi ser 510 kîlogram madeyên hişber de girt, ku di nav amûrên çêkirina şerbetê de hatibûn veşartin.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di vîdeoyekê de dîmenên madeyên hişber belav kir û ragihand, ew madeyên hişber yek ji madeyên herî bi bandor ên hişber e û weke heb in, ku ji bo derbaskirina derveyî welat, bo Hewlêrê hatine şandin.
Herwiha encûmenê eşkere kir, şofêrê barhilgir û xwediyê depoya ku ew amûr tê de bûn, hatin desteserkirin.