Çekdaran pîrejineke 60 ji gundekî Efrînê revand
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên Çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, pîrejineke Kurd ji gundekî Efrînê revand.
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî îro pîrejina 60 salî Esûm Mihemed Cafer ji gundê Husê yê navçeya Mabeta revand.
Wî jêderî got, çekdaran Esûm Mihemed Cafer bi tometa ku ew di serdema Rêveberiya Xweser de endameke komînê de bû, revandiye.
Çalakvanên dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.
Li gor çalakvanan, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.