Brîtanya alîkariya xwe bo Pêşmerge didomîne

Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê û Rêveberiya Tevgera Serbazî ya li Wezareta Pêşmerge, bilezkirina pêngavên proseya çaksaziyê di rêzên hêzên Pêşmerge de gotûbêj kirin.

Pêşmerge
Pêşmerge

Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê û Rêveberiya Tevgera Serbazî ya li Wezareta Pêşmerge, bilezkirina pêngavên proseya çaksaziyê di rêzên hêzên Pêşmerge de gotûbêj kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro sêşemê 19ê Tîrmeha 2022yan, Rêveberê Tevgera Serbazî ya ser bi Wezareta Pêşmerge, pêşwazî li Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Kolonel Rob Driver û şanda pê re kir.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat eşkerekirin, di hevdîtinê de proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hat gotûbêjkirin û bilezkirina pêngavên proseyê girîng hat dîtin.

Mijara pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge, bi mebesta baştirkirina fermandarî û kontrolkirinê, di nav hêzên Pêşmerge de, hat gotûbêjkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi tundkirina sengerên Pêşmerge û şêwaza birêvebirina erkên wan hat kirin, şanda Brîtanî bal kişand ser wê yekê ku ji bo baştirkirin û zêdetir bihêzkirina hêzên Pêşmerge, ew li ser alîkarî û hevahengiya xwe bo Wezareta Pêşmerge berdewam dibin.