Şam pêşwaziyê li daxuyaniya “lûtkeya sêalî” ya li Tehranê dike

Miqdad: Destêwerdana hovane di karûbarên navxwe yên Sûriyê de û derbaskirina çekdaran bo welatê me, dawî li pêwendiyên me bi Tirkiyê re anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê ji Tehranê ve radigihîne, “Daxuyaniya dawiyê ya civîna sêalî bi awayekî hevseng derket û tekeziyê li ser biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên taybet bi Sûriyê dike.”

Civîna Sêalî (Rûsya, Tirkiye û Îran) a 7emîn a bi Forma Astanayê duhî 19ê Tîrmeha 2022an li Tehranê birêve çû û piştî bidawîbûna civînê, daxuyaniyeke hevbeş derket û tê de tekezî li ser yekperçeyîya Sûriyê kir û Mosko û Tehranê piştgirî nedan Tirkiyê ku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Tehranê di konferanseke rojnamevanî de ligel hevtayê xwe yê Îranî Husên Amir Ebdullahiyan ragihand, “Em rêzê li kedên hatine dayîn ji bo daxuyaniyeke hevseng were derxistin dikin ku tekeziyê li ser biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên taybet bi Sûriyê dike.”

Her wiha Miqdad got: “Nabe ne Tirkiye û ne aliyekî din êrîşî ser Sûriyê bike, ji ber ku dê alozî derbikevin û bandorê li pêwendiyên her du gelan bike. Destêwerdana hovane di karûbarên navxwe yên Sûriyê de û derbaskirina çekdaran, dawî li pêwendiyên me bi Tirkiyê anî. Armanca ji wê ew bû ku li herêmê tiştên ku Amerîka û Îsraîl dixwazin, pêk were."

Miqdad tekez kir: “Em li gel çareserkirina pirsgirêkan ne. Em li dijî her destêwerdana Tirkiyê, avakirina komelgehên nişticihbûnê û dibistanên Tirkiyê li ser axa me ne. Em siyaseta tirkkirinê red dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bingehên rastîn ên çareseriyê li Sûriyê, dê bi derketina hemû hêzên neyasayî yên li ser xaka Sûriyê dê pêk werin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan got: “Em hêvîdar in Sûriye û Tirkiye vê qonaxê bi aramî derbas bikin û Tirkiye girîngiyê bide encamên civîna Tehranê.”

Amir got jî: “Me hewl da em bijardeya leşkerî ji Sûriyê re dûr bixin û di civîna sêalî de giringiyê bidin çareseriya siyasî.”

Emîr Ebdullahiyan her wiha got: “Em hêvîdar in Sûriye û Tirkiye vê qonaxê bi aramî derbas bikin û Tirkiye girîngiyê bide encamên lûtkeyê. Civîna sêalî di şert û mercên hestiyar ên herêmî û navdewletî de û bi taybetî krîza Ukraynayê û xwareka cîhanî hat lidarxistin.”