Di encama topbarana Tirkiyê de hejmarek geştiyar li Zaxo bûn qurbanî

Artêşa Tirkiyê navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo da ber topan

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Zaxo ragihand, di encama topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo de, hejmarek geştiyar bûn qurbanî.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo ragihand, Tirkiyê bi topan êrişî gundê Perexê ku yek ji navçeyên geştyarî li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ye, kir.

Li gor agahiyên destpêkê, di êrîşê de hejmarek geştiyarên ku ji bo serdan hatibûn herêmê hatin kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de zarok û jin hene.

Qaymeqamê Zaxo ji K24ê re ragihand, ji encama topbarana Tirkiyê li ser gundê Perexê de, termê 5 kuştiyan û 11 birîndaran gihîştin nexweşxaneyên Zaxoyê. 

Diyar kir jî, piraniya geştiyarên bûne qurbanî ji navarasta Iraqê ne û rewşa gelek birîndaran ne cîgir e.

Qaymeqamê Zaxo da zanîn ku dibe hejmara qurbaniyan zêde bibe.