Hejmara kuştiyên topbarana Tirkiyê ya li Zaxo gihîşt 9 kesan

Artêşa Tirkiyê navçeyeke geştiyariyê li nêzîkî gundê Perexê yê Zaxo de topbaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Zaxo ragihand, di encama topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo de, 9 kes hatin kuştin û 23 jî kes birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo ragihand, îro piştî nîvro artêşa Tirkiyê navçeyeke geştiyariyê li nêzîkî gundê Perexê yê Zaxo de topbaran kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 23 jî kes birîndar bûn.

Qeymeqamê Zaxo ji K24ê re diyar kir, di êrîşê de hejmarek geştiyarên ku ji bo serdanê ji navarasta Iraqê hatibûn herêmê, hatin kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de zarok û jin hene.

Ji aliyê din ve Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxo Guhdar ji K24ê re got: Şerê artêşa Tirkiyê û PKKê de bûye sedem ku ziyanên mezin bigihin navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, hejmarek ji sivîlan bûne qurbanî û gelek gund vala bûne.

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxo got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewam ragihandiye ku ev navçe, navçeyên geştiyariyê ne û xelk ji bo seyranê tên van deveran, ev tiştî bûye jî, karekî dijminkarane ye ku mixabin hejmarek kes bûne qurbanî.”