Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê derbarê topbarana Zaxoyê de daxuyaniyek belav kir
"Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku bilez lêkolîna vê bûyerê were kirin ."
Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser şehîdbûna hejmarek welatiyan û birîndarbûna zêdetirî 20 kesan di encama topbarana devereke geştyariyê ya Zaxoyê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, îro çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan di demjimêr 13:50ê de, devereke geştyariyê ya gundê Perexê yê ser bi nahiya Derkar a girêdayî Zaxoyê ya ser bi parêzgeha Duhokê, rastî topbarana tund a topên dûravêj hat û di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 23 welatî jî birîndar bûn, ku hemû geştyar bûn.
Herwiha hat diyarkirin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku bilez lêkolîna vê bûyerê were kirin û şandek ku ji Wezîrê Derve, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Sekreterê Fermandarê Hêzên Çekdar û Fermandarê Hêzên Pasevaniya Sînor pêk tê, bigihe cihê bûyerê û lêkolînê bikin û serdana birîndaran bikin.