Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

"Topbarankirina havîngeha Perexê ya li sînorê Derkar a li îdareya serbixwe ya Zaxo ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, em bi tundî şermezar dikin."

Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê
Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê topbarana îro ya Zaxoyê de daxuyaniyel belav kir.

Daxuyaniya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê wiha ye:

Topbarankirina havîngeha Perexê ya li sînorê Derkar a li îdareya serbixwe ya Zaxo ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, em bi tundî şermezar dikin, ku mixabin bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyên geştyar.

Em sersaxî li malbatên şehîdan dikin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.

Di dema borî de, Herêma Kurdistanê çendîn car li navxwe û derveyî Iraqê, hatiye armanckirin û ziyanên giyanî û maddî gihîştine welatiyan. Divê hikûmeta federal û civaka navdewletî, bi awayekî aktîvtir, hewlên rêlibergirtina dubarebûnê û bidawîkirina van destdirêjiyan bidin.

Pevçûnên hêzên Tirkiyê û çekdarên PKKê jî li deverên sînorî yên Herêmê, bûne çavkaniya gef û metirsiya berdewam li ser welatiyên me, loma em careke din daxwaz dikin, Herêma Kurdistanê ji kêşe û milmilaniyên navçeyî were dûrxistin, da ku êdî welatiyên bêtawan nebin qurbanî.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê

20ê Tîrmeha 2022yan