Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê agahdar in
"Em êrîşên ku xelkê sivîl kirine armanc, şermezar dikin."
Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê topbarana Tirkiyê ya li Zaxoyê û armanckirina xelkê sivîl şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Em ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê agahdar in.”
Ned Price eşkere kir, êrîşên ku xelkê sivîl kirine armanc, şermezar dikin, ji ber ku binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û divê rêz li serweriya Iraqê were girtin.
Price diyar kir, ev êrîş binpêkirina yasayên navdewletî ne û ew ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin.
Îro 20ê Tîrmeha 2022yan, di encama topbarana Tirkiyê de li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo, 9 kes hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, geştyarên ku canê xwe ji dest dan, hemû ciwan û zarok in.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, di encama topbarana Zaxoyê de 9 welatiyan canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan kesên canê xwe ji dest dane, zarokekî yek salî ye û yên din jî çar keç û çar kur in.
Dr. Saman Berzincî diyar kir, li nexweşxaneyan pêşwazî li 26 birîndaran hatiye kirin. 3 birîndar bo Duhokê hatine veguhestin, ji ber ku birînên wan giran bû û li serê wan bû, herwiha 6 birîndar jî pêwîstiya wan bi neştergeriyê heye û niha di bin çareseriyê de ne.