ENKSê topbarana Zaxoyê şermezar kir
“Em bang li hemû aliyan dikin ku rêzê li ax û yasayên Herêma Kurdistanê bigirin û nakokiyên xwe ji wê dûr bixin.”

Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser topbarana seyrangeha Perexê ya li Zaxoyê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em bang li hemû aliyan dikin ku rêzê li ax û yasayên Herêma Kurdistanê bigirin û nakokiyên xwe ji wê dûr bixin.”
ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Roja çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan, yek ji seyrangehên Kurdistanê li devera Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê, di demekê de ku seyrangeh tijî betlaneyên navçeyên cuda yên Iraqê bû, rastî topbarana Tirkiyê hat, di encama topbaranê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî bîst kes jî birîndar bûn.”
Herwiha destnîşan kir: “Ev êrîş weke êrîşên din e, ku xelkê sivîl ê li deverên sînorî ji ber operasyonên leşkerî yên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de rûbirû dibin.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) tevî şermezarkirina vê topbaranê ku kesên bêguneh û asayîşa deverê û werzê geştiyariyê tê de kir armanc, bang li hemû aliyan dike ku rêzê li ax û yasayên Herêma Kurdistanê bigirin û nakokiyên xwe ji wê dûr bixin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dike, ji bo parastina herêmê û asayîşa welatiyên xwe, erkên xwe cîbicî bike.”