Bi dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li Bamernê hat kirin

Îro danê sibê bi du dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li firokexaneya Bamernê hat kirin.

Duhok (K24) – Îro danê sibê di demjimêr 06:30 de bi du dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li firokexaneya Bamernê hat kirin.

Rêveberê Nahiya Bamernê Mîran Îsmaîl ji Kurdistan24ê re ragihand, îro danê sibê bi du dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li nav firokexaneya Bamernê hat kirin.

Mîran Îsmaîl eşkere kir ku ew her du dron bêyî ku ziyanê canî derkeve holê, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin têkbirin.

Tê nûkirin…