Fransa ji Îranê daxwaza "biryareke zelal" dike

Koşka Elysee ragihand, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî pêwendiyeke telefonî encam daye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Elysee ragihand, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî pêwendiyeke telefonî encam daye.

Li gor ajansa Reutersê, di pêwendiya telefonî ya Emmanuel Macron û Îbrahîm Reîsî de, Macron nîgeraniya xwe li ser pêşveçûna kêm a gotûbêjên li ser dosyeya atomî ya Îranê, ji Îbrahîm Reîsî re ragihandiye û daxwaz kiriye ku "biryareke zelal" bide.

Koşka Elysee diyar kiriye, Macron di wê baweriyê de ye ku derfet ji bo vegera rêkeftina sala 2015an heye, "lê divê bilez were kirin".

Hikûmeta Tehranê ji meha Hezîranê ve kamerayên çavdêriyê yên ajansa navdewletî ya enerjiya atomî li çend binkeyên atomî girtine û ev yek bûye sedema zêdebûna kêşeya navbera Îran û welatên rojava.

Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Gross nîgeraniya xwe li ser "asta çavdêriya sînordar" a li ser bernameya atomî ya Îranê nîşan daye.