Mihemed Hacî Mehmûd: Tenê dabeşbûn kêşeyên Iraqê çareser dike

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand: “Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê careke din nîşandana niyetpakiyê ye."

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd
Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd

Hewlêr (K24) – Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand: “Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê careke din nîşandana niyetpakiyê ye ji bo çareserkirina kêşeyan, lê belê bi baweriya min, tenê dabeşbûn kêşeyên Iraqê bi yekcarî çareser dike.”

Mihemed Hacî Mehmûd beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û ragihand: “Em weke Kurd kêşeya me ligel Bexdayê tune ye, lê belê kêşeya wan ligel me heye, ez di wê baweriyê de me ku ew amade nînin ku kêşeyan li gor destûrê çareser bikin, çimkî heta niha xaleke destûrê cîbicî nekirine.”

Mehmûd eşkere kir: “Çareseriya kêşeyên Iraqê konfederalî ye, an dabeşbûna Iraqê bi ser sê herêman de, çimkî ji destpêka avabûna dewleta Iraqê ve bi awayekî berdewam di navbera pêkhateyan de kêşe heye, her pêkhateyek ku li Bexdayê desthilatê digre destê xwe, dixwaze dest deyne ser hemû Iraqê, tenê dabeşbûn kêşeyên Iraqê çareser dike.”

Derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê de û civînên wî yên ligel serokwezîr û rayedarên payebilind ên Iraqê, Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir: “Beriya niha Serokwezîr piştî çend roj ji pêkanîna Kabîneya Nehem serdana Bexdayê kir, ev jî tê wateya niyetpakiya ji bo rêkeftinê, niha jî ku çûye Bexdayê, karekî baş e, ez bawer im dê ji wan re bibêje ku mafên me di vî welatî de hene û em mafên xwe diparêzin, careke din nîşandana niyetpakiyê ye li hember aliyan, lê ez bawer nakim ku pêngavên cidî ji bo çareseriya kêşeyan biavêjin.”

Herwiha destnîşan kir: “Ew dadgeha ku navê wê weke Dadgeha Federalî danîne, federal nîne, li Iraqê pêwîstiya me bi dadgeheke destûrî heye ku kêşeyan çareser bike, ne ku dadgehek di destê hîzb de be û ew çi bibêjin wê bike. Ev dadgeh destwerdanê di hemû tiştan de dike, di vê demê de dixwest destwerdanê di mijara zewaca li Herêma Kurdistanê de jî bike, ku ne karê wan e.”

Fly Erbil Advertisment