Tirkiyê kuştina berpirsekî YPGê ragihand
Li gor agahiyên Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê belav kirine berpirsê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi operasyonekê hatiye kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gor agahiyên Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê belav kirine berpirsê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê Kobanî Şahîn Tekîntangaç ku wek Kendal Ermenî tê nasîn, bi operasyonekê hatiye kuştin.
Li gor çapemeniya Tirkiyê, Saziya Îstixbarata Mîlî (MÎT) ya Tirkiyê bi operasyonekê, berpirsê payebilind ê YPGê li Kobanî kiriye armanc û di wê operasyonê de Kendal Ermenî jiyana xwe ji dest daye.
Li gor Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyê, ku ji çavkaniyên ewlehiyê ew nûçe belav kiriye, Şahîn Tekîntangaç ku wek Kendal Ermenî tê nasîn, berê jî li Bakurê Kurdistanê, Agirî, Qers, Wan, Çewlîg û Bedlîsê fermandarî kiriye.
Hat ragihandin Kendal Ermenî bi operasyonekê taybet a MÎTê bûye armanca êrîşê û di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.