Hêzên Îranê li Bane kolberekî Kurd kuşt
Navê kolberê ku canê xwe ji dest daye, Sadullah Yûnisî ye.
Navenda Nûçeyan (K24) - Pasdarên Îranê li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kuşt.
Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, duh bi şev li zozana sînorî ya Malte ya bajarokê Bane yê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolber ku her du birayên hev bûne, birîndar bûn.
Hat zanîn ku yek ji wan birîndaran li nexweşxaneya Bane canê xwe ji dest daye.
Navê wî kolberê ku canê xwe ji dest daye, Sadullah Yûnisî û navê yê birîndar jî Elî Yûnisî ye û xelkê gundê Gilesûre yê Bane ne. Her du jî zewicî ne û bavê zarokan in.