Peymana Lozanê.. Parçekirina welat û bêmafhiştina gelê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de lî Kelha Oşî ya bajarê Lozanê ya Siwîsre hate îmzekirin. 99 sal di ser îmzekirina Peymana Lozanê re derbas dibin ku piştî nîqaşên 9 mehan hatiye îmzekirin û ji wê rojê ve jî nîqaşên mezin li ser hene. Di nava Tirkiyê de beşek biçûkkirina axa dewletê, beşek jî wek tapoya komara Tirkiyê dibînin. Ji bo Kurdan jî ev peyman, parçekirina welat û bêparî û bêmafhiştina gelê Kurdistanê ye.

Peymana Lozanê ji 143 xalên di warê siyasî, darayî û aborî û sînorî de pêk tê. Her çend e xala 38 ku azadiya nasname û ziman û ayîn gerentî dike jî, piştî peymanê hemû mafên Kurdan yên nasname û zimanê hatin redkirin û zilhêzên cîhanê jî hember vê yekê bêdeng man ku ev êş û azar heta îro jî berdewam e.

Di vê infografiyê de bêjera K24ê Îman Derbas zanyariyên zêdetir li ser Peymana Lozanê dide: