Nêçîrvan Barzanî: Divê bersiva yekalîker ji bo êrîşan were dayîn
Serokê Herêma Kurdistanê li ser êrîşên şeva borî yên DAIŞê yên li çend parêzgehên Iraqê, peyamek belav kir.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşên şeva borî yên DAIŞê yên li çend parêzgehên Iraqê, peyamek belav kir û ragihand: “Êrîşên DAIŞê zengila metirsiyeke cidî ye, divê bi cidî helwest li ser were nîşandan û bersiva yekalîker were dayîn.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Zincîre êrîşên şeva derbasbûyî li deverên parêzgehên Bexda, Diyala, Selahedîn û Kerkûkê li ser hêzên çekdar û polîsên federaliyê Iraqê ku di encamê wan êrîşan da 7 şehîd û zêdetir ji 20 birîndaran hebûn, zengila metirsiyeke cidî ye.”
Herwiha destnîşan kir: “Tevger û bihêzbûna DAIŞê û berfirehbûna kiryar û êrîşên wê, yên li ser asayîş û seqamgîriya tevaya Iraqê gefek rasteqîne ye ku pêdivî ye bi awayekî cidî helwest li hember wan gefan bêne wergirtin û bersivek cidî bêne dan.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ji bona rûbirûbûna wan êrîşên DAIŞê, pêdivî ye alîkarî û hevahengiyek çalaktir di navbera leşker û hêzên çekdar û Pêşmerge û saziyên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de hebe. Herwiha pêdivî ye piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAIŞê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.”
Di beşeke din a peyama Nêçîrvan Barzanî de hat diyarkirin: “Rewşa emnî û siyasî ya Iraqê, hevkarî û karê hevbeş ji tevaya hêz û aliyên Iraqî tê xwestin ku hemû bi hev re vê rewşa dijwar derbas bikin û êdî rewşa aloz ya siyasî nebe sedema têkçûna asayîş û seqamgîriyê û zêdetir bihêzbûna DAIŞê.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyamê de diyar kir: “Ji bo malbat û kesûkarên şehîdan sersaxiyê dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im, hêvîdar im hemû birîndar zûtirîn dem çak bibin.”