Kazimî derbarê têkçûna rewşa Iraqê de hişyariyê dide
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî derbarê têkçûna rewşa ewlehiyê ya Iraqê de hişyarî da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî derbarê têkçûna rewşa ewlehiyê ya Iraqê de hişyarî da.
Mistefa Kazimî ligel fermandarên serbazî yên Iraqê civiya û ragihand, hikûmet ji parastina asayîş, seqamgîrî û aştiya civakê berpirsyar e.
Civîna Mistefa Kazimî piştî wê yekê tê, ku duh xwepêşanderên Tevgera Sedir bi amûrên bilindkirin, li ber çavên hêzên ewlehiyê, berbestên li ber Devera Kesk rakirin û ketin hundir.
Ofîsa Ragihandinê ya Kazimî diyar kir, ligel fermandarên serbazî li ser rêkarên parastina xwepêşanderan hat gotûbêjkirin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, hikûmet ji parastina asayîş, seqamgîrî û aştiya civakê berpirsyar e.
Herwiha tekez kir ku divê hêzên ewlehiyê, saziyên hikûmetê û nûnerên dîplomasiyê biparêin û rêgirî li têkçûna temamê sîstem û rewşa ewlehiyê ya Iraqê bikin.