Iraq bi du rojan pêşwazî li sala nû ya Koçî dike
Li gor Merciyê Bilind ê Şîeyên Iraqê, sibe roja yekşemê yekem roja meha Muherem e, Sunniyên Iraqê jî îro weje yekem roja meha Muheremê ya Koçî dizanin.
Hewlêr (K24) – Li gor Merciyê Bilind ê Şîeyên Iraqê, sibe roja yekşemê yekem roja meha Muherem e, Sunniyên Iraqê jî îro weje yekem roja meha Muheremê ya Koçî dizanin.
Ofîsa Merciyê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ragihand: “Roja yekşemê yekem roja meha Muheremê ye.” Di demekê de ku Sunniyên Iraqê îro şemiyê weke roja yekem a sersala nû ya Koçî dizanin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Merciyê Bilind ê Şîeyên Iraqê, ji ber ku roja şemiyê heyv bi çavên asayî nehat dîtin, roja yekşemê yekem roja meha Muherem a sala 1444an a Koça Pêxemberê Îslam e.
Li gor baweriya mezheba Şîe, heta ku hevy bi çavên asayî neyê dîtin, li ser rojên girîng ên weke Cejna Remezanê û meha Muheremê û rojên din ên olî, biryar nayê dayîn.