Li Stenbolê 5 kes bi tometa endamtiya PKKê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê di operasyonekê de 12 kes bi tometa endamtiya PKK’ê hatin binçavkirin û ji wan 5 ciwan hatin girtin.
Li gorî medyaya Tirkiyê Hêzên Dije Terorê yên Stenbolê operasyonek li dijî ciwanên alîgirên PKK’ê kiribû. Di operasyonê de herî kêm 12 kes hatibûn binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin ji bo rêveberiya polîsan hatin veguhestin.
Piştî lêpirsînkirin û dadgehkirinê, ji wan 12 kesan, li kesan 2 cezayê malê li wan hat birîn, 5 kes hatin girtin û 5 kesên din jî hatin azadkirin.
Li gor agehiyan, kesên hatine girtin, endamên Meclisa Ciwanan yên HDPê ne.