Heşt sal di ser jenosîda Şingalê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014an de êrîşî Şingalê û derdora wê kir û zêdetir ji 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, bi hezaran kes revandin, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn. Heşt sal di ser jenosîda Şingalê re derbas dibin, heta niha jî bi sedan dayikên Şingalî bi dîtina kesûkarên xwe dilê wan aram nebûye û roj û şev li wan bûne ferman ku li gorî amaran, heta niha 3554 kes hatine rizgarkirin, lê hîn jî 2717 kes winda ne.

Serok Mesûd îro di daxuyaniyekê de got: “Tawana jenosîda Şingalê, birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê. Di vê karesatê de, xwişk û birayên me yên Êzidî ji ber Kurdbûn û bi sedema ol û bîr û baweriyên xwe, ketin ber êrîşa teroristan. Ew tawanên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî kiriye, berdewamiya wê zincîreya karesat û tawan bû ku di dirêjahiya dîrokê de li hember gelê Kurdistanê hatine kirin.”

Di vê infografiyê de, zanyariyên zêdetir li ser jenosîda Êzidiyan bizane: