Lûtkeya welatên Erebî li Misrê ji bo gotûbêjkirina dosyayên navçeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya welatên Erebî bi beşdariya serkirdeyên siyasî yên Iraq, Behrên, Îmarat, Urdin û Misrê li bajarê Elemên a Misrê birêve diçe.
Lûtkeya welatên Erebî îro 22ê Tebaxa 2022an, bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Şahê Behreynê Şah Hemed Bin Îsa Xelîfe, Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid, Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem, Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî birêve diçe.
Di lûtkeyê de pêşhatên niha yên li welatên Erebî, bandora kirîza Rûsya û Ukrayna li ser welatên herêmê, krîza niha ya Iraqê û rewşa Filistînê û her wiha rewşa Lîbya û Yemenê tên gotûbêjkirin.
Ev lûtke piştî mehekê tê ji lûtkeya Erebî-Amerîkî ya li Siûdiyê tê ku bi beşdariya heman welatan li gel serkirdeyên din ên Ereb pêk hatibû.