Moskow: Li Donetsk 600 serbazên Ukraynî hatin kuştin
Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, li herêma Donetsk di şerê van demên dawî de zêdetirî 600 serbazên Ukraynî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hat kuştin.
Hewlêr (K24) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, li herêma Donetsk di şerê van demên dawî de zêdetirî 600 serbazên Ukraynî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hat kuştin.
Wezaretê îro çarşemê 24ê Tebaxa 2022yan di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, 66 serbazên Ukraynî red kirine ku beşdarî şer bibin.
Herwiha eşkere kir, Fermandariya Artêşa Ukraynayê biryar daye, hêzên wan ji herêmê vekişe, ji ber ku şiyana xwe ya şerkirinê bi temamî ji dest daye.
Wezareta Berevanî ya Rûsyayê behsa wê yekê jî kir, artêşa Rûsyayê hêzên Ukraynî kirin û bi sedan kes hatin kuştin û 8 amûrên serbazî şewitandin.
Herwiha ragihand, ji duh ve, 7 pêgehên fermandariyên artêşa Ukraynayê li navçeyê bi tundî hatine armanckirin û hatine wêrankirin û 5 depoyên çek û teqemeniyan jî li deverên cuda cuda yên sînorê şer agir hatiye berdan û 7 firokeyên bêfirokevan ên Ukraynî jî ketine xwarê.