Hejmareke mezin ji Amerîkiyan piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin

John Bolton:

Şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîka John Bolton
Şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîka John Bolton

Washington (K24) – Şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîka John Bolton ragihand, hejmareke mezin ji xelkê Amerîkayê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin. da zanîn jî, pêwîst e lêgerîna li baştirîn rêyên ji bo bidestxistina vê armancê berdewam be. Her wiha Bolton vekişîna Amerîkayê ji navçeyê jî wekî “şaşiyeke stratejîk” nirxand.

Bolton di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24ê li Washingtonê di bersiva pirsekê de derbarê nêrîn û helwesta Washingtonê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de got, “Hejmareke mezin ji Amerîkiyan hene ku di salên borî de bi Kurdan re kar kirine, bi xurtî piştgiriya Kurdistana serbixwe bikin.”

Got jî: Hin rê bidestxistina serxwebûnê hene û yek ji wan jî berdewamiya lêgerîna li baştirîn rêyên ji bo bidestxistina wê armancê ye, lê Bolton tekez kir ku welatên cîran vê yekê naxwazin û bi tundî vê yekê red dikin. bi taybetî Tirkiye û Îranê.

Bolton got jî, Îran “bi peydakirina çekên navokî û piştgiriya wê ji terorê re li herêmê” weke metirsiyeke mezin li Rojhilata Navîn bi nav kir. Her wiha da zanîn ku Tirkiyê “xwedî daxwazên neo-Osmanî” ye û komên terorîst hene ku li ser gelek dostên me yên li Rojhilata Navîn gef in.

ŞAŞIYEKE STRATEJÎK

Bolton diyar kir ku vekişîna Amerîka û NATOyê ji Afganîstanê “şaşiyeke stratejîk” e û her wiha “şaşiyeke din” jî heye ku sala borî ji aliyê rêveberiya Biden ve tawîz dane Tehranê, di demekê de ku Îranê biryareke stratîjîk nîşan nedaye ku dê venegere hewla bidestxistina çekê navokî.

Her wiha destnîşan kir ku Îran hîna jî “gefeke mezin e, ne tenê ji ber bernameya wê ya navokî, lê ji ber piştgirîya wê ji têrorê” re. Bal kişand ser wê yekê ku divê helwesteke Amerîka ya gelekî bihêztir di vê derbarê de hebe.

Di pirsa derbarê hebûna Amerîka li Iraqê û vekişîna yekem a di sala 2011ê de, Bolton got ku hebûna li Iraqê ya ku pêwîst bû Obama dest jê bernedaba, rêyek bû ji bo dîtina ka gelo Iraq dikare wekî neteweyekê bi ser bikeve an na, her wiha ji bo dûrxistina aliyên mîna Îran, Sûriye û Tirkiyê ji qada wî welatî bû.

IRAQEKE NÛ

Bolton berevanî li biryara şer a Amerîka ya ji bo hilweşandina rêjîma Sedam Husên kir û bal kişand ser wê yekê ku serokê rêjîma berê metirsiyek li ser aştî û ewlehiya cîhanê, li ser gelê xwe û bi taybetî li ser gelê kurd bû.

Bolton her wiha got: “Ez bawer nakim ku em di avakirina Iraqeke nû de bi ser ketin. Ez di wê baweriyê de me ku li dawiyê, xelkê Iraqê dê biryarê bide ka dê Iraqeke nû çêbibe û dê çawa bi ser bikeve. Ne me tiştek li wan ferz kir, lê belê me tenê şansek da wan, ez difikirim ku ev tişt diviyabû em bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Qonaxên cuda hene, lewma ew şer bi ser ket, lê di tiştê di pişt re hatiye ne serkeftî bû.” Wî ev yek jî vegerand ji ber destêwerdana Îranê û berfirehkirina bandora Tehranê li Bexdayê.

IRAQ Û ALTERNATÎFÊN DIN

Bolton got, piştî sala 2003 gelek tiştên xirab qewimîn, ji wan jî derketina terora El-Qaîde bi şêweyên cuda û gelek geşedanên din ên xerîb.

Got jî: “Ez ji raya giştî ya Kurd re behsa aloziya siyaseta Iraqê nakim, lê serkeftina wek dewlet li van her sê dewletên cuda yên di nava Împaratoriya Osmanî de bûn, pêwîstiya wê bi tawîzên siyasî ji aliyê pêkhateyên netewî û mezhebî ve hebû. Dikaribû bihata kirin, lê niyaza baş li cem hemû lîstikvanan tune bû.”

Bolton her wiha da zanîn ku hêzên derveyî hene destêwerdanê dikin û ti şert û mercên ku bawerî tê de bihata avakirin jî tune bû, bi taybetî piştî vekişîna Amerîka di sala 2011an de.

Got jî: “Hebûna me nekarî garantiya serkeftinê bike, lê bi baweriya min vekişîna me, lez da têkçûnê.” Got jî, eger Iraq wek dewlet nikare bi ser bikeve, divê li alternatîfên din were gerandin.

Diyar kir jî, yek ji sedemên têkçûnê yên ku Washinton di ber de berpirsyar e ew e, wê guh neda “gefên Îranê, ne tenê ji ber piştgiriya wê ji Hamas, Hizbullah û Hûsiyan re, lê belê destêwerdana wê di têkbirina avakirina hikûmeteke Iraqî ya bi bandor de.”

KURDAN BI LEHENGÎ ŞER KIRIN

Derbarê nêrîna Trump a li ser Kurdan de, Bolton got: “Me hewl da ku ji wî (Trump) re bibêjin ku Kurdan bi salan ji bo serxwebûna xwe bi mêrxasî şer kirin û bi dehan salan li dijî Sedam Husên têdikoşîn. Li dijî rejîma Esed û li dijî destêwerdana Îran û Hizbullahê di Sûriyê de alîkariya me dikirin.”

Her wiha got: “Washingtonê şaşîtî kir dema piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nekir. Dema Kurdan dengê xwe da serxwebûnê gelek pirs nehatin kirin, ka dê bersiv çi be. Hinekan digotin referandûm bîroke û biryareke şaş bû, lê ez ne bi vê nêrînê re me.”

PEYMANÊN ÎBRAHÎM

Bolton got ku vekişîna Amerîka ji Afxanîstanê “şaşiyek bû” û amaje bi wê kir ku Amerîka niha kêmtir ewle bûye, ji ber ku dikare dîsa êrîşên terorîstî yên ji Afganîstanê bên kirin.

Her wiha got: “Em niha di rewşeke metirsîdar de ne û ev ne dema ku ji Rojhilata Navîn vekişin e. Me guhertinên mezin li herêmê bi rêkeftina Îbrahîm û bi dirêjkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îsraîlê û hin welatên Erebî de dît. Metirsiya Îranê, dijminên berê anîne cem hev.”

Bolton amaje bi wê yekê kir, “Dibe ku Îsraîl êrişî Îranê bike, niha jî êrişî wê û welatên din ên navçeyê dike. Ez di wê baweriyê de me ku Îranî pir baş fêm dikin ku ew ne ewle ne, ji ber ku Tehran li çekên nukleerî digere, ev jî wan rûbirûyî metirsiyan dike.”