Talîban: Me termê Zewahîrî nedîtiye

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand, heta niha lêkolînerên Talîbanê termê Serokê Rêxistina El Qaîde Eymen Zewahîrî nedîtiye.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd
Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand, heta niha lêkolînerên Talîbanê termê Serokê Rêxistina El Qaîde Eymen Zewahîrî nedîtiye.

Zebîhullah Mucahîd di daxuyaniyekê de ragihand: “Lêkolîna li ser dosyeya êrîşa Amerîkayê bo kuştina Eymen Zewahîrî bi dawî nebûye û piştî bidawîbûna lêkolînan, encama wê dê were ragihandin.”

Mucahîd diyar kir: “Dirustkirina tevliheviyê û alozkirina asayîşa sînorên Efxanistanê, plana neyaran e, ewên dixwazin aloziyê di navbera Efxanistan û welatên cîran de derxin holê û baweriyê nehêlin, Îmarata Îslamî rê nade ti kesekî ku vê yekê bike.”

Berdevkê Talîbanê herwiha dibêje: “Bi awayekî ku berê pêk nehatiye, çekdarên DAIŞê li Efxanistanê hatine têkbirin. Divê welatên navçeyê, bi taybetî Rûsya êdî li ser metirsiya DAIŞê ya li axa Efxanistanê nîgeran nebe.”

Roja 2yê Tebaxa 2022yan, Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku di encama êrîşeke esmanî ya îstixbarata Amerîkayê de li Kabula paytexta Efxanistanê, Eymen Zewahîrî hat kuştin.

Hikûmeta Kabulê êrîşa Amerîkayê şermezar kir û ragihand, tiştê Amerîkayê kir, binpêkirina eşkere ya serweriya Efxanistanê û yasayên navdewletî û rêkeftina Dohayê ye.

 

Fly Erbil Advertisment