Proseya hilbijartina endamên Kongreya 14an a PDKê dest pê kir
Kongre di rojên dawiya meha Cotmehê an jî destpêka meha Mijdarê ya îsal de li bajarê Duhokê dê birêve biçe.

Hewlêr (K24) – Proseya hilbijartina endamên Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro şemiyê 27ê Tebaxê dest pê kir. Prose nêzîkî meh û nîv berdewam dibe û kongre di rojên dawiya meha Cotmehê an jî destpêka meha Mijdarê ya îsal de li bajarê Duhokê dê birêve biçe.
Serokê Lijneya Amadekariya Kongreya 14an a PDKê Îdrîs Hadî ragihand, hemû endamên PDKê ku navên wan di nav datayan de hene û hatine nûkirin, mafê wan ê beşdarbûnê beriya kongreyê heye û rêgirî li ti kesekî nayê kirin.
Îdrîs Hadî ji rojnamevanan re ragihand: “Eger heta 15ê meha Cotmehê, em karên xwe temam bikin, kongre dê di dawiya wê mehê de were sazkirin, egerna di destpêka meha Mijdarê de dê were sazkirin, wê demê roj dê were diyarkirin.”
Li gor daxuyaniya Îdrîs Hadî, endamên serkidetiyê û lijneya hilbijartinan ku 21 kes in, li gor hilbijartinê diçin kongreyê. Her bazneyeke hilbijartinê, divê çar hezar kes hebin û eger negihîje wê rêjeyê, çend navçe dê werin têkelkirin, da ku hejmar temam bibe. Li her bazneyekê, çar kes diçin kongreyê. Kongre dê 800 endamên wê hebin û %25 ji bo jinan hatiye diyarkirin.