Şanda PDK'ê bi "pêşniyareke nû" bi YNK'ê re gotûbêj dike

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo destpêkirina gereke din a danûstandinan derbarê kirîza Iraqê de, gihîşt Silêmaniyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Husên ji bo destpêkirina gereke din a danûstandinan derbarê kirîza Iraqê de, gihîşt Silêmaniyê.

Biryar e Fuad Husên bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî û endamê Polîtburoya YNK'ê Qubad Talebanî re bicive.

Di civînê de ji bilî dosyeya namzedê serokomariyê, dê rewşa Iraqê bi giştî û pêngavên pratîkî yên pêkanîna hikûmeta nûya Iraqê bên gotûbêjkirin.

Fuad Husên di wê derbarê de ji K24ê re got: “Pêşniyarek me ya nû heye.” lê wî hûrgiliyên zêdetir li ser wê pêşniyarê nedan, lê amaje bi wê yekê kir ku şanda wî dê pêşniyarê ligel Yekîtiya Niştimanî gotûbêj bike.

Li gor jî jêderên K24ê, di civînê de dê gotûbêj li ser “namzedê hevbeş” yê YNK û PDK'ê ji bo postê Serokomarê Iraqê û yekxistina gotara alîyên sîyasî yên Kurdistanê li Bexdayê bên kirin.

Fuad Husên di nava 2 mehan de sêyemîn hevdîtina bi Bafel Talebanî re dike. Di her du civînên berê de behsa rêyên çareserkirina kêşeyên di navbera her du aliyan li Herêma Kurdistanê de û namzedê Serok Komarê hatin kirin.

Ev di demekê de ye, tevî derbasbûna nêzîkî deh mehan ji hilbijartinên yasayî hêzên Îraqî re, aliyên Iraqî nekarîne li ser avakirina hikûmetê li hev bikin.

Fly Erbil Advertisment