Li Efrîn 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd ji navçeya Raco revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê “Polîsa Leşkerî” roja 21ê Tebaxa 2022an, xortê bi navê Selah Reşîd Hemo revand û li hember berdana wî, daxwaza fidyê dike.
Diyar kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî ji ji navîna meha Tebaxê ve kalemêrê ji gundê Dîkê Şêxo Sîdo Heyder li nava bajarê Raco revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.
Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdar bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.