DAIŞê du welatiyên Kurd revandin

Termê revandiyekî kuştî hate dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê şeva borî du welatiyên Kurd li Kerkûkê revandin û îro termê yekî ji wan serjêkirî hat dîtin.

Mihdî Hadî ku birayê kesê revandî ye ji K24ê re got, şeva borî birayê wî aram û hevalekî wî hatine revandin.

Diyar kir jî, îro danê sibê termê kesê din serjêkirî hate dîtin û heta niha çarenivîsa birayê wî ne diyar e.

Da zanîn jî, birayê wî kasibkar e û bavê 4 zarokan, lê kesê hatiye serjêkirin, Pêşmerge bû.

Şeva borî jî, li nahiya Leylan ya parêzgeha Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî şivanên Kurd kirin û di encamê de şivanek hatin kuştin.