Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê otomobîleke PKKê bombebaran kir

"Îro firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê di navbera herdu gundên Behrava û Barê de kire armanc."

Hewlêr (K24) – Jêderekî ewlehiyê li nahiya Sinûnê ji Kurdistan24ê re ragihand, îro di demjimêr 17:30 xulekan de firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê di navbera herdu gundên Behrava û Barê de kire armanc.

Jêderê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand; du çekdarên PKKê di nav otomobîlê de bûn û her du jî canê xwe ji dest dane, otomobîla wan jî bi temamî şewitiye.

Cihê ku hatiye bombebarankirin, sê kîlometre ji komelgeha Xanesorê ya ser bi nahiya Sinûnê ya navçeya Şingalê dûr e.

Dije Terora Kurdistanê jî eşkere kir, firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê ortomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û çar çekdarên PKKê canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan, di demjimêr 17:40 xulekan de firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li nêzîkî gundê Behrava ku dikeve navbera komelgeha Xanesor û Bara ya li navçeya Şingalê, otomobîleke çekdarên PKKê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de çar çekdarên PKKê canê xwe ji dest dane.