Serok Barzanî derbarê rewşa Iraqê de peyamek belav kir

“Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê.”

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser rewşa îro ya Bexdayê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê. Ez hêvîdar im hemû alî hest bi berpirsyariyê bikin û bi xwe de biçin û ji bo yekalîkirina nakokiyên xwe çek û tundûtûjiyê bi kar neynin.

Ev hêvîdar im, bîr li wan çareseriyan bikin ku xêr û berjewendiya gel û welat tê de be.

Mesûd Barzanî

29ê Tebaxa 2022yan