Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Bafil Talebanî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Bafil Talebanî kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 30yê Tebaxê di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Bafil Talebanî kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).
Îro sêşemê 30yê Tebaxê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de hêviya serkeftinê di erkên wî de ji bo Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwest, ji bo pêşvebirina hevahengî û hevkariya navbera hemû aliyan bo piştgirîkirina Hikûmeta Herêmê ber bi arasteya xizmetkirina zêdetir a xelkê Kurdistanê.
Roja 28ê Tebaxê, Encûmena Serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sîstema hevserokatiyê hilweşand û Bafil Celal Talebanî bi dengên 90 endamên serkirdetiyê, wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin.