Hestiyên ciwanê Kurd di torbeyê de radestî malbata wî hat kirin
Piştî 7 salan hestiyên ciwanekî bi navê Hakan Arslan ku di şerê li nav Sûr a Diyarbekirê de canê j dest dabû, bo malbatê di torbeyekê de hat radestkirin.
Diyarbekir (K24) - Piştî 7 salan hestiyên ciwanekî bi navê Hakan Arslan ku di şerê li nav Sûr a Diyarbekirê de canê j dest dabû, bo malbatê di torbeyekê de hat radestkirin.
Baroya Diyarbekirê jî bi tawana ku li cenaze êşkence hatiye kirin, peywirdaran erka xwe bi awayekî xirab bi kar anîne û bêrêzî li pîroziyên malbatî û civakî hatiye kirin, doz vekir.
Dema ku di sala 2015an de li nav Sûra Diyarbekirê şer û pevçûn hebûn û qedexe hatibû ragihandin, ciwanê bi navê Hakan Arslan canê xwe ji dest dabû û malbata Arslan ji rayedaran daxwaza aqûbeta kurê xwe kiribû. Lê ji rayedaran ti bersivekê nehatibû.
Nêzîkî 10 meh berê, dema ku makîneyên kar li nav Sûrên Diyarbekirê kar dikin, hestiyên mirovan derdikevin û di encama lêkolînan de ku li Stenbolê tên kirin, diyar dibe ku hestî, hestiyên Hakan Arslan in.
Piştî ku hestiyên Hakan Arslan 9 meh hatine rawestandin jî, ji bo dadgeha Diyarbekirê hatine şandin û di torbeyeke emanetê de, ji bo bavê Hakan, Alî Riza Arslan hatiye radest kirin. Baroya Diyarbekirê jî di 29’ê Tebaxa 2022’an de doz vekir.