Qubad Talebanî: Çaksazî proseyeke ku pêwîstiya wê bi berdewamiyê heye

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî eşkere kir, çaksazî proseyeke ku pêwîstiya wê bi berdewamiyê heye.

Qubad Talebanî
Qubad Talebanî

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî eşkere kir, çaksazî proseyeke ku pêwîstiya wê bi berdewamiyê heye.

Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Facebookê ragihand: “Çaksazî proseyeke ku pêwîstiya wê bi berdewamiyê heye, me dest daye ligel hejmarek ji hevkarên me yên li hikûmetê, pêngavên baş di sektorên cuda cuda de hatine avêtin, em nêzîkî çinîna berhemên vî erkê li ser milê me bûne.”

Talebanî herwiha dibêje: “Me îro ligel tîmekê behsa çawaniya pêşvebirin û bicihanîna çaksaziyê kir, ku di dawiyê de mebesta me jê, bi rêya hikûmraniyeke reşîd, xizmetkirina welatiyan e.”

 

Fly Erbil Advertisment