Li Efxanistanê 182 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dan

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahid ragihand, ji ber pêla baranê ya li Efxanistanê, lehî rabûye û heta niha 182 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahid ragihand, ji ber pêla baranê ya li Efxanistanê, lehî rabûye û heta niha 182 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane û 250 kes jî birîndar bûne.

Zebîhullah Mucahid ji welatên navdewletî û îslamî û rêxistinên mirovî daxwaz dike ku alîkariya bilez ji bo hikûmet û cihên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine, bikin.

Mucahid destnîşan kiriye, ji ber lehiyê zêdetirî 3 hezar xanî hilweşiyane û li rojhilatê welat, zirareke mezin gihîştiye sektorên çandinî û ajaldariyê.

Salane bi dehan welatiyên Efxanistanê ji ber baran û lehiyê dimirin, bi taybetî li gundên hejar ku xaniyên wan bi awayekî xirab hatine çêkirin û di bin metirsiya hilweşînê de ne

Fly Erbil Advertisment