Li Zaxo termê xortekî li ser sînor hat dîtin
Îro piştî nîvro termê xortekî 24 salî li Zaxo di çemê Xabûrê de li nêzîkî sînorê welatê Tirkiyê hat dîtin û guman li ser çawaniya mirina wî heye.
Hewlêr (K24) – Îro piştî nîvro termê xortekî 24 salî li Zaxo di çemê Xabûrê de li nêzîkî sînorê welatê Tirkiyê hat dîtin û guman li ser çawaniya mirina wî heye.
Rêveberê Giştî yê Polîsê Zaxo Nizar Silêman ji K24ê re ragihand, îro piştî nîvro termê xortekî 24 salî yê bi navê Mardîn Seyfedîn Hesen di çemê Xabûrê de li hember gundê Şînava yê li nêzîkî sînorê welatê Tirkiyê hat dîtin.
Nizar Silêman eşkere kir, bi hevahengiya ligel pasevanên sînor ên Tirkiyê karîne termê xort bo Tiba Dadî ya Zaxoyê veguhêzin.
Xalê Mardîn Seyfedîn Hesen ji K24ê re ragihand, demek bû kêşeya Mardîn ligel malbata wî hebû, ji dayîk û bavê xwe pasaporta xwe dixwest, da ku biçe welatê Tirkiyê, lê belê wan pasaporta wî nedabû, loma hewl daye bi rêya qaçax biçe welatê Tirkiyê, lê îro Polîsê Zaxo ji me re ragihand ku termê wî di çemê Xabûrê de li nêzîkî sînorê Tirkiyê hat dîtin.
Herwiha diyar kir: “Pênc roj bû Mardîn xuya nedikir, me digot qey çûye Tirkiyê, lê belê niha termê wî bo me vegeriya, dema me termê wî dît, şûna gulle û lêdanê li serê wî diyar bû. Em li benda Tiba Dadî ya Zaxoyê ne, em bibînin dê derbarê wî de çi bibêjin, gelo ji aliyê pasevanên sînor ên Tirkiyê ve hatiye kuştin an di nav çem de xeniqiye.”