Mesrûr Barzanî bi twîtekê peyva di dilê xwe de eşkere kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Twitterê beşdarî trenda "yek peyv" bû û peyva di dilê xwe de eşkere kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Twitterê beşdarî trenda "yek peyv" bû û peyva di dilê xwe de eşkere kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîta xwe de peyva "Kurdistan" nivîsand wek amajeyek bo peyva di dilê xwe de.

Heta niha gelek serok û sazî û kesayetên diyar beşdarî trenda "yek peyv" bûne, ji wan; Serokê Amerîkayê Joe Biden ku peyva "demokrasî" nivîsandiye, herwiha ajansa NASA peyva "gerdûn" nivîsandiye.

Di trenda "yek peyv" de, bikarhênerên Twitterê tenê peyvekê belav dikin bêyî ku ti naverokek an jî zelalkirina zêdetir bidin, ew peyva ku dinivîsin, piraniya caran, yan peyva di dilê wan de ye, yan jî pêwendiyeke bihêz bi wan re heye.