Rûsya daxwaza valakirina çend binkeyên leşkerî yên Îranê li Sûriyê dike
Rojnameya Şerqul Ewset eşkere kir, Rûsyayê daxwaz ji grûpên çekdar ên ser bi Îranê kiriye, binkeyên leşkerî yên li rojavayê parêzgeha Hema, Navend û Rojavayê Sûriyê vala bikin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Her diçe êrîşên esmanî yên artêşa Îsraîlê di wan çend hefteyên borî de zêde bûne û li ser vê yekê Rûsyayê daxwaz ji Îran û grûpên çekdar ên li ser wî welatî kiriye, beşek ji binkeyên leşkerî yên li çend navçeyekî Sûriyê vala bikin.
Rojnameya Şerqul Ewset a li Londona Brîtanyayê weşanê dike, ji zimanê çavkaniyekî nav hikûmeta Sûriyê ve eşkere kir, Rûsyayê daxwaz ji grûpên çekdar ên ser bi Îranê kiriye, binkeyên leşkerî yên li rojavayê parêzgeha Hema, Navend û Rojavayê Sûriyê vala bikin.
Heta niha ne Îranê û ne jî Rûsyayê li hember vê raporta rojnameya Şerqul Ewset ti bertekek nîşan nedane.
Li gor heman raportê, xwedêgiravî Rûsya naxwaze ew hêz bibin armanca êrîşên esmanî ya Îsraîlê, ji ber wê daxwazek wisa kiriye.
Artêşa Îsraîlê di heyama salên borî de, bi dehan êrîş li ser hêzên çekdarên nêzîk Îranê pêk anîn.
Şerqul Ewset bi zimanê berpirsên Sûriyê ve ragihand, roja çarşemê berpirsên leşkerî yên Rûsyayê li balafirgeha Hema li gel hvtayên xwe yên Îranî civiyane û daxwaz ji wan kirine çend binkeyekî nav Sûriyê vala bikin.
Heman çavkanî dibêje: Berpirsên leşkerî yên Rûsyayê di hevdîtineke li gel aliyên Îranî de tekez kirine ku valakirina binkeyê leşkerî yê Îranê yê ku nêzîk yekîneyên 49 ên artêşa Sûriyê divê bê valakirin.
Heman çavkaniyê ragihandiye: Rayedarên Rûsî daxwaz kiriye, duyem binkeyê leşkerî yê Îranê li navçeya Hemîdiye ya li başûrê parêzgeha Tertus a li peravên Sûriyê jî divê bê valakirin.