Qutkirina daran daristanên Efrînê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Tawana qutkirin û şewitandina dar û daristanên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e, vê carê jî daristanên çiyayên Xastiya, Qaziqlî û Tetera tên qutkirin û şewitandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa “Sultan Mihemed El-Faih” dest danîne ser guvaştgeha zeytûnan a gundê Mistaşûra yê li navçeya Mabeta û ew kirina kargehek text, di vê çarçoveyê de jî bi darê zorê xortên gundên wê navçeyê dibin ta ku daran ji bo kargehê bibirin.
Diyar kir jî, çekdarên grûpa “Sultan Mihemed El-Faih” tablêtan text li wê kargehê dirust dikin û hawerdeyî Tirkiyê dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, proseya qutkirina darên daristanên çiyayên Xastiya, Qaziqlî û Tetera yên li navçeya Mabeta û Cindirêsê berdewam e ku rojane 3 – 5 barhilgir dar di rêbendên grûpên çekdar re derbas dibin û digihin bajarê Idlib û Ezazê.
Destnîşan kir jî, di du rojên borî de agir bi çiyayên Qaziqlî û Tetera ketiye û heta niha ew agir berdewam e.
Di çend rojên borî de vîdyoyek qutkirina darên daristana gola Meydankê ya li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve li tora civakî belav bûbû, wê yekê jî karvedanên mezin li pişt xwe anîbû.
Di wê derbarê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) qutkirina daran bi tundî şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destêwerdanê bikin û van tawanan rawestînin.