Berpirsekî ewlehiyê yê DAIŞê û du alîkarên wî li Kerkûkê hatin kuştin
Ew her sê terorist li devera Çîmen a li nêzîkî bendava Kerkûkê di êrîşeke firokeyên F-16 de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî DAIŞê û du alîkarên wî li Kerkûkê hatin kuştin. Her wiha cihekî xweveşartinê yê çekdarên DAIŞê hat jinavbirin ku hejmareke mezin ji çek û teqemeniyan tê de bû.
Ajansa Îstixbarata Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, berpirsekî DAIŞê yê herêma Dubizê Ebû Dunya û du alîkarên wî li devera Çîmen a li nêzîkî bendava Kerkûkê di êrîşeke firokeyên F-16 de hatin kuştin.
Diyar kir jî, ev operasyon bi hevahengiya bi Şaneya Armanckirinê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş re hatiye kirin ku cihê veşartinê ya wan teroristan hat bombebarankirin.
Destnîşan kir jî, hêzek ji Ajansa Îtixbaratê pişknîn li cihê hatiye bombebarankirin kir û tê de rastî perçeyên laşê wan çekdaran hatin dîtin.
Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê aşkere kir, cihekî xweveşartinê yê çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê hat jinavbirin ku hejmareke mezin ji çek û teqemeniyan tê de bû.