HezKurd Hashtag ji bo mamosteyên Kurdî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî HezKurd, di demjimêr 21:00’ê îro 4’ê Îlonê de, li ser medya civakî, HashTag a mamoteyên Kurdî dike û daxwaz dike ku welatî piştgiriyê bidin daxwazên Kurdî.
Di HashTagê de, tê daxwazkirin ku herî kêmtirîn 200 mamosteyên Kurdî bên erkdarkirin û ji saziyên berpirs pirsên wekî: Halîhazîr li çend dibîstanan dersên Kurdî tên dayîn, li çend dibîstanan û çend mamosteyên ku derçûyîyên beşa Kurdolojî ne erkedar in û çend mamosteyên Kurdî piştî hatine erkdarkirin, beşa xwe guhartine û niha mamosteyiya dersên din dikin? tên pirsîn.