Civîna hêzên siyasî yên Iraqê bi 6 xalan derdikeve
Civînê bang li tevgera Sedirê kir, ta ku beşdarî civînên teknîkî û siyasî bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna aliyên siyasî yên Iraqê bi dawî hat û biryar hat dayîn ku komîteyek ji bo çareserkirina nakokiyan bi beşdariya aliyên were pêkanîn.
Aliyên siyasî yên Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî û bi amadebûna Nûnerê Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê îro Duşemê 5ê Îlona 2022 civiyan. Piştî civînê, Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîriyê ragihand ku civîn bi lihevkirina li ser van xalan bi dawî hat:
- Beşdaran tekez kirin ku geşedanên rewşa siyasî û nakokiyên ku bûne sedema wê, her kesî ji bo parastina aramiyê, parastina welat ji qeyranan, nehiştina tundûtûjiyê û pejirandina diyaloga niştimanî ji bo gihiştina çareseriyan, berpirsiyar dibîne.
- Di civînê de biryar hat dayîn ku tîmeke teknîkî ji hêzên siyasî yên cuda bê avakirin; ji bo gihîştina dîtin û ramanên hevpar ên derbarê nexşerêya çareseriya niştimanî û nêzîkkirina nêrînan de; Ji bo gihîştina bi hilbijartinên pêşwext.
- Beşdaran tekezî li ser aktîvkirina saziyan û destkeftên destûrî kirin.
- Civînê bang li tevgera Sedirê kir, ji bo beşdarî civînên teknîkî û siyasî û gotûbêjkirina hemû mijarên nakok û çareserkirina wan bibe.
- Civînê tekezî li ser paqijkirina atmosfera di navbera hêzên niştimanî de kir, ji bo nehiştina her cure aloziyan û redkirina axaftinên ziyanê digihînin pêwendiyên biratî yên dîrokî.
- Di civînê de amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna çaksaziyê di bingeha dewleta Iraqê de kirin, ji bo çareserkirina nehevsengiya di karê siyasî û îdarî de û gotûbêjkirina bingehên guhertinên destûrî.