Bi wêne.. Serokwezîrên Brîtanî yên di serdema Elizabeth II de dest bi kar kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Liz Truss wek Serokwezîra Brîtanyayê piştî serokwezîrê berê Boris Johnson hat destnîşankirin, bi vê yekê re jî 15 serokwezîrên wî welatî di serdema Şah Elizabeth a Duyem de dest bi kar dikin.
Şah Elizabeth a Duyem karê 15 serokên hikûmetên Brîtanî pesend kirin, 12 ji wan mêr bûn û Liz Truss jî sêyemîn jin e ku vê postê werdigire.
Yazdeh ji serokwezîrên Brîtanî yên di serdema Şah Elizabeth a Duyem hatine, ji Partiya Parêzgaran bûn û çar ji wan (Wilson, Kalgan, Blair, Brown) jî endamên Partiya Karker bûn.
Serokwezîrên ku di serdema Şah Elizabeth a Duyemîn de hatine ev in:
- Winston Churchill (dema duyemîn) ji 1951 heta 1955
- Anthony Eden ji 1955 heta 1957
- Harold Macmillan 1957 heta 1963
- Alec Douglas Home ji 1963 heta 1964
- Harold Wilson (cara yekem) ji 1964 heta 1970
- Edward Heath ji 1970 heta 1974
- Harold Wilson (dema duyemîn) ji 1974 heta 1976
- James Callahan ji 1976 heta 1979
- Margaret Thatcher ji 1979 heta 1990
- John Major ji 1990 heta 1997
- Tony Blair ji 1997 heta 2007
- Gordon Brown ji 2007 heta 2010
- David Cameron 2010 heta 2016
- Theresa May ji 2016 heta 2019
- Boris Johnson ji 2019 heta 2022
- Lisa Truss jî serokwezîra nû ye














