Hevpeymaniya Navdewletî û HSD manoreke serbazî encam dan
Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî ragihand, îro danê sibê li gundê Teqil Beqilê yê ser bi Dêrikê, cara yekem manoreke serbazî ya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî hat encamdan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, îro danê sibê li gundê Teqil Beqilê yê ser bi Dêrikê, cara yekem manoreke serbazî ya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî hat encamdan.
Hat eşkerkirin ku di manora serbazî de mûşekên taw û topên RPG û çekên Kalaşnîkov hatine bikaranîn û herwiha hejmarek ji zirxpoşên Amerîkî jî di manorayê de beşdar bûne.
Femandarê Firqeya Zirxpoşên Amerîkayê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ev manora di çarçoveya karê wan ê hevbeş de ye ligel HSDê li dijî şaneyên DAIŞê yên li navçeyê û got: “Me îro ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rahênaneke serbazî ya hevbeş birêve bir.”
Herwiha eşkere kir: “Ez gelek kêfxweş im ku cara yekem ligel HSDê li vê navçeyê me, ev nabe cara dawî jî. Em di piştevaniya hevpeymana xwe ya HSDê de berdewam bin, ev cihekî girîng e ji bo hêzên me û dê berdewam bin ligel HSDê di şerê dijî DAIŞê de û rahênana îro ji bo me herduyan gelek girîng bû.”