Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda serbazî ya Brîtanyayê kir

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê gotûbêj hat kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 7ê Îlonê pêşwazî li şandeke serbazî ya Brîtanyayê kir.

Şanda serbazî ya Brîtanyayê bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa Mareşal Sammy Sampson bû.

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê gotûbêj hat kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê David Hunt jî amade bû, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û rûbirûbûna gef û metirsiyên grûpên terorîst û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hatin gotûbêjkirin.