Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fexrî Kerîm kir
Li ser rewşa giştî ya Iraqê û hewldanên ji bo derbasbûna xitimîna rewşa siyasî û çareserkirina kêşeyan gotûbêj hat kirin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li kesayetê navdar ê Iraqê Fexrî Kerîm kir.
Îro pêncşemê 8ê Îlona 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetmedar û Serokê Dezgeha Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerê ya Elmeda Fexrî Kerîm kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û hewldanên ji bo derbasbûna xitimîna rewşa siyasî û çareserkirina kêşeyan gotûbêj hat kirin.